Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konfedarasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK), Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), Nûnertiya Herêma Anatolyaya Navîn a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Federasyona Elewî Bektaşiyan (ABF), Weqfa Sosyal Demokrasiyê (SODEV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Milkiyeyiyan, Komelaya Dêrçûnên ODTUyê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat û Bakur-Rojhilat (DGD), Platforma Maf û Edaletê, Misilmanên Antîkapîtalîst, Koma Diyalogê, Hewldana li dijî Sûcên Ramanê û Hewldana Welatiyan aşkere kirine ku wan Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya ji bo Hilbijartina Adil ava kiriye.
15 saziyan diyar kiriye ku ji bo hilbijartin di nava şert û mercên ewle û adil de pêk were û îradeya gel bê şik û guman di sindoqan de xuya bike, ew hatine ba hev.
Saziyan bal kişandiye ser pêvajoya hilbijartinê ku li gorî gotina wan ev pêvajo nêzîk dibe û destnîşan kirine ku hilbijêr dengên xwe bidine kîjan partiyê ferq nake, ji bo ev hilbijartin di nava şert û mercên ewle de pêk were, ew ê kar bikin.
Di daxuyaniyê de saziyan gotiye, ew dizanin ku pêkhatina hilbijartineke adil ji bo herkesî gelekî girîng û û ew ê jî li gorî vê rewşê tevbigerin:
“Em dizanin, hin kes dixwazin hilbijartin di nava wan şert û mercan de pêk werin ku sînor ji azadiya xweîfadekirinê, çapemeniyê, propagandaya azad re hatiye datîn û gel nikaribe raya xwe diyar bike ango di nava şert û mercên antîdemokratîk de pêk were.
“Tê plankirin ku li gorî berjewendiyên desthilatê qanûna hilbijartin û partiyên siyasî were guhertin. Bawerî bi Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) nema tê ku saziya ji ewlehiya hilbijartinê berpirsiyar e. Kanalên dewletê di serî de beşek zêde ji medyayê di destê desthilatê de ye." (HA/FD)