Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Dozger û Dadgeran(HSK) “bi sedema ku pêwendiyên wan bi FETOyê re hene” ji wezîfeyê girtiye. Biryara HSKyê îro di Rojnameya Fermî de weşîya ye.
Li gorî biryara HSKyê dadger Yusuf Atçeken, Esengul Taşkin Atahan, Halime Mehtap Gunduz, Suleyman Enes Budak, Ozlem Albayrak, Huseyin Çomrûk, Bûrak Kilinçer, İsmail Çelik û dozger Mehmet Akbaş, Melih Mustafa Şahin, Ahmet Burhaneddin Atahan, Çimen Karadag, Hasan Kose, Cihan Kurt û Faruk Karahan ji wezîfeyê hatine girtin.
Ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku 15 dozger û dadgerên ku pêştir ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, ji ber ku aşkere bûye pêwendiyên wan bi FETOyê re hene li gorî Xala 26emîn ya Qanûna bi hejmar 7145an ji wezîfeyê hatine girtin.(AS/AY)