Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Baroya Semsûr, Qers, Agirî, Mêrdîn, Êlih, Mûş, Çewlig, Sêrt, Bedlîs, Dêrsim, Şirnex, Amed, Colemêrg, Wan û Rihayê civîneke hevbeş li dar xistiye. Serokên Baroyan li Rihayê civiyane. Piştî civînê, encamnameyek hatiye weşandin.
Li gorî nûçeya ku di JiNewsê de hatiye weşandin, serokên baroyan derbarê pirsgirêkên hiqûqî û civakî, pirsgirêkên li girtîgehan, Peymana Stenbolê, Qetlîama Vartînîsê, windahî û lêgerîna li dadê, hilbijartinên Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB), astengiyên li ber parastinê, biryarên DMMeyê, pirsgirêka kurdan û Qetlîama Garê ya Enqereyê de axivîne û nêrînên xwe bi hev re parve kirine.
Serokên baroyan ji bo pirsgirêka kurdan wiha gotiye: “Em bang li civaka sivîl, saziya siyasetê û hemû beşdaran dikin ku ji bo ev pirsgirêk li qada demokratîk çareser bibe, tiştên dikevin ser milên we bikin.”
Her weha bang li Tirkiyeyê kirine ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaşî de bi cih bînin. (EMK/FD)