Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku tê gotin ku derbarê “rêxistina akademîk a FETOyê de ye” ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê 30 akademîsyen hatibûn binçavkirin. Piştî ew akademîsyenam sewqî dadgehê hatin kirin, derbarê 14 ji wan de biryarqa girtinê hat dayîn.
Di 18ê Mijdarê de derbarê 103 akademîsyenên ji Zanîngeha Yildiz Teknikê de biryara binçavkirinê hatib3u dayîn û 77 akademîsyen hatibûn binçavkirin.
30 akamîsyenên binçavkirî duh (5ê Kanûnê) sewqî dadgehê hatin kirin. 2 akademîsyen ji hêla dozgeriyê ve serbest hat berdan û 2 jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji 26 akademîsyenên ku sewqî dadgehê hatin kirin de dadweriyê derbarê 14 ji wan de biryara girtinê da.
(BK/YO)