Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di 25ê Îlonê de li 7 bajaran hatibûn desteserkirin birine Edliyeya Enqereyê. HDPyî ji ber çalakiyên Kobanê yên ku di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk natibûn hatine desteserkirin.
Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk û parlamentera berê Emîne Ayna, endamên LNByê yên berê yên HDPyê Bîrcan Yorûlmaz, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun, Berpirsê Darayî yê Giştî yê kevn yê HDPyê Zekî Çelîk, endamê RTUKê yê HDPyî Alî Urkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun ku qebûl nekiribûn li emniyetê îfadeyê bidin, ji bo îfadeyê bidin dozgerî di saetên sibehê de birine edliyeyê.
Parêzer Kenan Maçoglûyî ji bianetê re got, 14 kesên birine edliyeyê îfadeyê didin dozgerî.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamentere berê yê HDPyê yê Amedê Altan Tan, parlamentera berê Ayla Akat Ata, Sirri Sureyya Onder û endamê berê yê LNByê yê HDPyê Can Memîş û Cîhan Erdal duh li emniyetê îfade dabûn. Ev nav hê jî li emniyetê tên girtin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di 25ê Îlonê de li 7 bajaran ji bo 24 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirinê dabû. Siyasetmedarên HDPyî ji ber lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobanê de hatibûn desteserkirin ku ev çalakî di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibûn.
Piştî biryara dozgeriyê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) yê HDPyê Alî Urkut, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Endamên berê yên LNByê yên HDPyê Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, parlamenterên berê yên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, endama Meclîsa jinan a HDK-HDPyê Dilek Yagli, endamê berê yê Pardiya Meclîsa HDPyê Pervîn Oduncu, û berdevkê berê yê HDPyê Gunay Kubilay hatibûn desteserkirin.
Kesên ku hatibûn desteserkirin heman rojê li bajarên ku lê dijîn anîbûn Rêvebiriya Emnîyetê ya Enqereyê. HDPyîyên ku 24 saetan qedexeya hevdîtinê li ser bûn ji duh pê ve bi parêzerên xwe re dest bi hevdîtinan kirine.
Her weha navê Arife Kose, Yurdusev Ozsekmenler, Bayram Yilmaz û Zeynep Karaman jî di wê lîsteya ku ji 24 kesan pêk hatiye de bûne. Lê ji ber ku li mal nebûne desteser nekirine.(RT/AY/FD)