Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 993 û 694ê hatin îlankirin. Bi biryarnameyê 120 akademîsyen û 52 karmendên zanîngehan ji karî hatin avêtin.
Bi biryarnameyeka dî akademîsyenek li karê wî/wê hat vegerandin.
Di Halê Awarte de ji 1ê Îlonê heta niho 5 hezar û 717 akademîsyen ji karê wan hatine avêtin. Bi biryarnameyan ji akademîsyenên ji karî hatîn avêtin, 140 akademîsyen li karê wan hatine vegerandin.
Hûn dikarin lîsteyê bi vê dûvelankê bibînin.
Kesên ji karên wan hatîn avêtin..
Navê hin sazî û hejmara wan kesên ji karên wan hatîn avêtin li jêr in:
Saziyên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî – 215
Lijneya Perwerdeya Bilind – 172 (120 akademîsyen 52 karmend)
Wezareta Dadê – 142
Hêzên Leşkerî yên Bejayê – 106
Hêzên Leşkerî yên Hewayî - 90
Hêzên Leşkerî yên Avî – 40
Wezareta Parastina Neteweyî - 19
Wezareta Çandinî û Xurekan - 17
Midûriya Giştî ya Emniyetê – 12
TSE - 9,
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê – 8
Wezareta Perwerdeya Neteweyî, BTK – 7
(BK/MB)