Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 288emîn de dewam dike.
Bixwîne- Li Emîne Şenyaşarê doz hatiye vekirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9ê Adarê de dabûn destpêkirin di roja 288an de didome. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li "Goşeyê edaletê yê malbata Şenyaşar" ê li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Piştî demeke kurt polis hatin cem malbatê û bi hinceta "heqaret li wezîfedarê dewletê" kiriye ji bo ku îfadeyê bide dozgeriyê cara 11emîn Emîne Şenyaşar vexwendiye edliyeyê.
Hatiye zanîn ku ji ber gotinên wê yên di roja 241an de ku bi seromê hatibû ber edliyeyê û di roja 245emîn de ku zêdetirî 100 dayikên aştiyê hatibûn serdana wê Emîne Şenyaşar vexwendine îfadeyê.
Kurê Emîne Şenyaşarê, Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vexwendina îfadeyê ya dayika xwe daye û gotiye ku wê dayika bersiva "Kê hevjîn û 2 kurên min kuşt" bide hemû pirsên li dozgeriyê jê bên pirsîn. Dayik û kurê xwe ji bo îfade dayînê bi parêzerên xwe re derbasî edliyeyê bûn in.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya civakî jî Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Parlamenterê AKPê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba etîket kiriye û ev peyam daye: "Em qerasandina li ber Edliyeya Rihayê tercîhê rûniştina li malê ya di bin zilmê de dikin. Bila ev jî şerma qalkirina hiqûq û edaletê ya li Tirkiyeyê be."
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê