11 kesên din ji ber "1ê Gulanê" hatin girtin
Ji kesên ku ji ber çalakiya 1ê Gulanê ya Stenbolê hatibûn desteserkirin jê 11ê din hatin girtin. Hejmara kesên ku heta niha hatine girtin derket 49an.

Li Stenbolê ji 12 kesên ku di 5ê Gulanê de bi hinceta di 1ê Gulanê de xwestine ji Saraçhaneyê heta Taksîma Stenbolê bimeşin, di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, jê 11 kes duh bi şev hatin girtin.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) daxuyanî da û got: “Kesên di 1ê Gulana 2024an de hatine desteserkirin ji wan b hejmara yên hatine girtin bû 49.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.