10em Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê wê roja 30ê Çiriya Pêşiyê bi filmê “Sîster in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike. Film derbarê têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞê ye ku li sînemaya Zeise Kinoyê bi beşdariya derhênera filmî wê bê nîşandan.
Di heman şevê de wê Tara Mamedova jî konserekê bide.
Di festîvalê de wê 37 filmên metraj dirêj, yên metraj kurt, belgefilm û filmên ji bo zarokan bên nîşandan.
Temaşevan wê bikaribin filmên festîvalê li salona Zeise Kino, Studio Kino û 3001 Kinoyê temaşe bikin.
Di festîvalê de 4 panel jî wê bên li dar xistin
Yek ji van di roja 31yê Çiriya Pêşiyê de bi navê “Sînemaya kurdan a çar parçeyê Kurdistanê” bi moderatoriya Nazmî Kirikî û bi beşdariya Ekrem Heydo, Omer Saim Khalifa, Huseyin Tabak û Hebûn Polatî, ya din jî di heman rojê de wê bi navê “Rewşa sînemaya kurdan bi nêrînên ji derve” û bi moderatiriya Pauline Tucouletê û bi beşdariya Benedetta Argentieri, Peter Ott û Onder Çakarî bi rê ve biçe. Her du panel jî wê li Studio Kinoyê pêk bên.
Panela sêyan jî wê roja 3yê Çiriya Paşiyê bi navê “Rewşa lîstikvaniyê ya di sînemaya kurdan de” bi moderatiroya Onder Çakar û bi beşdariya Bîlal Bûlût, Azîz Çapkûrt, Halîme Îlter, Zubeyde Bûlût û Nazmî Kirikî li dar bikeve.
Panela çarem jî derbarê belgefilmê li ser Emel Korkmaz, dêya Ali İsmail Korkmazî de ye ku di dema protestoyên Parka Geziyê de polîsan ew kuştibû. Di panelê de wê Emel Korkmaz û derhêner Kazim Kizil biaxivin.
Festîval wê roja 6ê Çiriya Paşiyê bi festîvalpartiyekê bidawi bibe.
Ji bo programa festîvalê bitikîne
(FD)