Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo sed rojiya desteserkirina edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmedî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DFGyê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser rewşa rojnameger Silêman Ehmedî û got: “Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in.”
"Heval û malbata wî Ji rewşê bi fikar in"
DFGyê behsa bûyera desteserkirina Silêman Ehmedî kir ku beriya niha bi 100 rojî dema ji Rojavayê vedigeriya Başûr, li ser sînorê Pêşxabûrê ew hatibû desteserkirin û ji wê rojê heta niha ti zanyarî jê nayên wergirtin:
“Ev bû 100 roj… Sed roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed, nayên girtin. Ev sed roj in Silêman di bin zilm û zordariyê de ye. PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin. Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in.”
“Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin. Ji ber ku sûcdarin jî, xwe kerr û lal dikin. Rêhevalên wî dixwazin aqubeta Silêman Ehmed hîn bibin û hewldanên wan ji bo vê yekê ye. Ji ber ku di cîhanê de yek ji xebata herî pîroz karê rojnamegeriyê ye. Li seranserê cîhanê, bi taybet jî welatên demokratîk ji bo rojnamevan bêne parastin, hewldan hene. Tenê li welatên cîhanê yê sêyemîn û totalîter rewşên bi vî rengî tên jiyîn. PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike.
“Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Bi vê rêbazê azadiya çapemeniyê ji holê tê rakirin. Em weke rojnamevanên vî welatî, van kiryarên faşîzan û derhiquqî qebûl nakin. Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin. PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên bi rûmet qût bike!”
Çi bûbû?
Silêman Ehmed ê ku beriya 5 salan li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûbû û edîtoriya beşa erebî ya Rojnewsê dikir, di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike çûbû Rojavayê. Di 25ê Çiriya Pêşiyê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li Sînorê Pêşxabûrê yê di bin kontrola hêzên PDKyê de ye, ji aliyê hêzên asayişê ve hat desteserkirin. Li gorî zanyariyên rêveberiya Rojnewsê belav kirine, hêzên asayîşê Ehmed radestî saziya îstîxbaratê Parastinê kir. Destpêkê rayedarên PDKyê û yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî qebûl nekirin ku Ehmed desteserkirî ye. Lê piştî hewldanên parêzerên wî, bi biryara dadgehê hat qebûlkirin ku Ehmed desteserkirî ye. (FD)