10 roj in ku dê û bavê keşeyê Dêra Keldanîyan winda ne

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Federasyona Komeleyên Keldanîyan daxuyanîyek daye û eşkere kiriye ku 10 roj in malbata keşeyê Dêra Keldanîyan winda ye û ev yek jî Keldanîyan dixe di fikarê de.
Ji 11ê Kanûna Paşiyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûn û ji wê demê ve agahî ji wan nehatiye standin.
Federasyonê daye zanîn:
“Hemî hêzên li herêmê berpirs in. Pêşiyê Hikumeta Komara Tirkiyeyê berpirs e.
“Em dixwazin bi awayekê ciddî lêkolîn li ser rizgarkirin Hurmuz û Şimoni Diril bê kirin.”
Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.
Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.
Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.
(EKN/MB)