"Perwerdehiya bi zimanê zikmakî tîpa yekem e ku dilê zarokekî dişewitîne; hînbûna bêyî wê wekî ji berkirina straneke bê deng e."
Ziman yek ji hêmanên herî bingehîn ên nasnameya kesane ye. Zimanê zikmakî di têgihiştina ferd a cîhanê û geşbûna hestyarî de rolek girîng dilîze. Lê eger zarok di pergala perwerdehiyê de zimanê xwe yê zikmakî bi kar neyne, bandorên derûnî û sosyolojîk ên vê rewşê çarenine. Di vê çerçoveyê de mijarek giring a nîqaşê ye ku nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê dibe ku di zarokan de bibe sedema fobîya dibistanê.
Ziman di perwerdehiyê de ne tenê navgîna ragihandinê ye, di heman demê de amûrek e ku bingehê fêrbûnê ye. Dema ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî tê hînkirin, bi hêsanî hîn dibe, xwe baştir îfade dike û zêdetir beşdarî hawirdora perwerdeyê dibe. Li gorî raporên UNESCO’yê perwerdeya bi zimanê dayikê serkeftina xwendekaran û çûna dibistanê zêde dike.
Di derdoreke ku perwerdehi bi zimanê dayikê nebe, di navbera zimanê perwerdehiyê û zimanê zikmakî de nelihevhatinek di zarokan de dibe sedema hestên wekî nikaribin xwe îfade bikin û neyên fêmkirin. Ev hestên hanê, bi demê re dibe sedem ku fobîya dibistanê çêbibe.
Fobîya dibistanê rewşek e ku zarok naxwaze biçe dibistanê an jî di hawîrdora dibistanê de dilgiraniyek dijwar dibîne. Sedemên bingehîn ên vê rewşê bi gelemperî faktorên jêrîn in:
Zarok ditirse ku ji hêla dersdêr an hevalên xwe ve şaş were fam kirin.
Cûdahiya zimanê perwerdehiyê dibe sedem ku zarok ji serkeftina akademîk dûr bikeve.
Pirsgirêkên di danûstendina bi xwendekarên din re hestiyariya zarokê qels dike.
Nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibe ku giraniya van faktoran zêde bike. Dema ku zarok divê bi zimanekî biyanî fêr bibe, ew di têgihîştina naveroka akademîk de zehmetiyê dikişîne, ku tirsa têkçûnê çêdike. Bi demê re, zarok dikare vê tirsa têkçûnê bi dibistanê re nas bike û ji dibistanê dûr bikeve.
Bandorên sosyolojîk û psîkolojîk
Zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nabînin, ne tenê bi zehmetiyên akademîk re rû bi rû dimînin, di heman demê de bandorên derûnî û civakî jî dijîn:
Ji ber ku zarok nikare bi awayekî aktîf beşdarî dersan bibe, dibe ku xwe kêm hîs bike.
Zimanekî cuda yê perwerdeyê dikare girêdana zarokê bi çand û nasnameya xwe re qels bike.
Dibe ku zarok di navbera nasnameya xwe û pergala perwerdehiyê de tengezariyê bibîne. Bi demê re, ev rewş dikare bibe çavkaniya stresek kronîk.
Pêşniyarên Çareseriyê
Ji bo pêşîgirtina li fobîya dibistanê û kêmkirina bandorên neyînî yên kêmbûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, tedbîrên cûrbecûr dikarin bêne girtin:
Fêrbûna bi zimanê zarokê xwe dikare di warê akademîk û psîkolojîk de cûdahiyek mezin çêbike.
Dikare ji zarokan re derfet bê dayîn ku hem zimanê xwe yê zikmakî hem jî zimanê fermî hîn bibin.
Divê dersdêr ji bo fêmkirina hewcedariyên zarokên ku bi zimanên cuda têne perwerdekirin bên perwerdekirin.
Ji bo zarokên ku nîşaneyên fobîya dibistanê nîşan didin, divê piştgiriya pîşeyî bê dayîn.
Nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo pêşxistina fobiya dibistanê di zarokan de faktoreke cidî ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nirxandina bandorên zimanê perwerdehiyê li ser nasnameya zarok, derûnnasî û serkeftina akademîk gaveke girîng e. Hem ji bo xweşîya ferdî û hem jî ji bo xweşîya civakî, mafê her zarokî ye ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Divê pergalên perwerdehiyê vê rastiyê li ber çavan bigirin û nêzîkatiyek berfirehtir û dadperwertir bipejirînin.
(AÖ/AY)