Bianet bi rûyê xwe yê nû weşana xwe didomîne. Merheba ji we re. Bi saya vî rûyê me yê nû, hûnê hêsantir bikaribin xwe bigihînin rastiyan. Me gotibû “Rojnamegeriyeke din mimkun e” û me dest bi rêwîtiya xwe kiribû, ew rêwitiya me dewam dike.
bianetê 22 sal berê dema dest bi weşanê kir, yek ji pêşekên weşangeriya dijîtal bû. Ji wê rojê heta niha bû navenda rojnamegeriya mafparêz û bianet atölye jî bû dibistanek. Nûçegîhaniya welatiyan, ferhenga termên zayendî, nûçegîhaniya zarokparêz û gelek mijarên mîna wan, bi saya bianetê kete rojeva rojnamegeran. Di rastiya xwe de, dema min meha Sibatê ji bianetê re got ‘Merheba’, min jî ferq nekiribû ku bianetê ewqas tişt kirine.
bianetê di van salên dûr û dirêj de kadroya xwe jî her gav nû kir, rojnamegeran berpirsiyarî hilgirtin û paşê hin kesên din ev pirsiyarî wergirtin. Di vê demê de li cîhanê jî feraseta weşangeriyê jî her roj guherî. Pandemiyê rewşeke nû derxist holê û medyaya dijîtal di demeke kurt de pêşketinên gelekî mezin da ber xwe. Medyaya konvansiyonel hema hema di gelek beşan de cihê xwe ji medyaya dijîtal re hişt. Helbet, ji bo bianetê jî dema guherînê hatibû.
Em rûyê xwe yê nû pêşkêşî we dikin. Em girîngiyê didin pêşniyar û rexneyên we.
Helbet ne tenê wê rûyê bianetê biguhere, em jî hewl didin li gorî rojnamegeriya diguhere kar bikin. Li gorî derfetên xwe, em ê hewl bidin ku hîn bêhtir video nûçeyan ji we re amade bikin. Car caran em ê bi weşanên zindî, hewl bidin ku hûn zanyariyan bi lez û beztir werbigirin.
Ev demeke, em bianetê mazûbaniyê ji sazî û kesên mafparêz re dikin. Em guh didin wan û hewl didin hestiyariyên wan bizanibin. Em ne tenê mexdûrbûnan, lê desteftiyên bi rêya mafparêziyê hatine bidestxistin jî dibînin. Em nîqaş dikin ku gelo bi hev re em dikarin çi bikin. Em ê van hevdîtinan di demên pêş de jî berdewam bikin, em li benda we jî ne.
Em dîsa çavdêriya medyayê dikin û rapora derbarê tundkariya mêran de dinivîsin. Li hêlekê jî em bi nexşeya têkoşînên mafan ên li Tirkiyeyê, hewl didin van çalakiyan berbiçav bikin.
Bi nûbûn û pêşketinê û bi we re em di rêya xwe de dewam dikin. Me gotibû “Rojnamegeriyeke din mumkin e”, niha jî em dibêjin “Rojnamegeriyeke nû mimkun e.”
(Mİ/FD)