Dadgeha Destûrî: "Lêdana li ser rûyê çalakvanê “ne hiqûqî ye”
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Nazan Bozkûrtê de biryara xwe daye ku dema hatibû desteserkirin, polîsîn derb lê dabû û hestiyê çavê wê şikestibû. Dadgehê gotiye ku qedexeya eziyetkirinê hatiye binpêkirin û divê lêpirsîna polîsan bê kirin.