Girtîya trans Bûseyê navber daye greva xwe ya birçîbûnê
Girtiya trans a jin Bûseyê di 38emîn roja greva xwe ya birçîbûnê de biryar girtiye ku navberê bide çalakiyê. Parêzer Eren Keskînê got ku, heke Bûse neşînin girtîgeheke din û ji bo operasyona tibî neşînin nexweşxaneyê, ew ê dîsa dest bi greva birçîbûnê bike.