Osman Kavala nehatiye azadkirin
Osman Kavala di danişînê de gotiye, “Sûcên ku kirine hincet ji bo dadgehkirina min seyre û ji rastiyê dûr in. Li gel vê yekê carekê biryara binpêkirinê, carekê ya bereatê û du caran jî biryara tehlîye bûna min hatiye dayîn. Girtî mayîna min ya bi salan binpêkirinek asayî nîne. Ev ji bo min bûye weke îşkenceyekî menewî.”