Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
67 xwendekarên ku li Kampusa Beyazitê ya Zanîngeha Stenbolê bi lêdan hatibûn desteserkirin, duh bi şev serbest man.
Xwendekaran ji bo yadkirina Komkujiya Enreqeyê di çalakî li dar xistibûn û hatibûn desteserkirin ku di encama komkujiyê de 102 kes miribûn.
67 xwendekar piştî îfadeya dozgeriyê, bi daxwaza qedexeya derketina wan a derveyî welêt ji bo Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar hatin rêkirin.
Xwendekarên ku li dadgehê îfadeyên wan hatin standin, bi şertê kontrola edlê serbest man.
Li Enqereyê jî mudaxele hatibû kirin
Koma ji 100 kesan pêk dihat xwest ku bi armanca bîranîna salvegera komkujiyê li Enqereyê biçe Qada Sihiyeyê. Lê polîsan diyar kir ku tenê xizmên windayan, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl dikarin bikevin qadê û bi gazê û guleyên plastîk mudaxele li wan kesan kiribû ku xwestin ji Sihhiyeyê bimeşin. (TP/FD)
Fotograf: Öğrenci Kolektifleri, twitter.