Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
12emîn Xelata Hrant Dinkî dane Osman Kavala, mafparêz û karsazê 1050 roj in girtî ye û Mozn Hassan, yek ji pêşengên tevgera feminîstan a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur.
Hassanê ji Misrê peyamek şandiye û gotiye, “Ez şanaz im ku bûme yek ji wan feminîstên her devera cîhanê yên ji ber li dijî her cure cidarakiya li ser jin û komên din ên bêparastin têkoşînê dikin.”
Osman Kavalayî jî ji girtîgehê nameyek şandiye û wiha gotiye: “Ez wisa bawer dikim ku pêşdarazên di navbera civakên cida yên li welatên cida dijîn wê bi bikaranîna aqilî, axavtin û guhdarkirinê ji holê rabe.”
Bernameya merasîmê ji ber Covid-19ê îsal bi awayeki online pêş ve çûye. Şebnem Bozoklû û Alîcan Yucesoyî merasîm bi tirkî, Ece Dîzdarê jî bi ingilîzî pêşkêş kirine. Arto Tûnçboyaciyan, Can Bonomo, Kudrî Erguner, Kalben, Dialog Project û O.F.F jî stran gotin.
Îsal parazvana mafên jinan Nebahat Akkoç, mafparêz û jîngeh parêz Agnes Kharsiing, derhêner Emin Alper, nivîskar Tanil Bora, hiqûqnas Cesar Rodriguez Garavito, derhêner Robert Guediguian, parêzer Viviana Krsticevic, aktivîsta mafên zarokan Molly Melching, nivîskar û diplomat Şafak Pavey, zanyara siyasete Fusun Ustel û Seroka Weqfa Hrant Dinkî Rakel Dînk endamên jüriye bûn.
"Şewq"
Di şevê de her weha vîdeoyek hatiye nîşandan û tê de silav li wan kesan hatiye kirin ku di sala 2020an de li Tirkiyeyê û seranserê cîhanê bi xebatên xwe “şewq” dane ser mirovahiyê, xwe xistine xetereyê, rê li ber mirovan vekirine. (EKN/FD)