Xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê bi pankartên ku li serê bi kurdî "Mala pîrê sitara pîrê" nivîsandîye, ji welatîyan xwestine dernekevin derve.
Li Kercewsa navçeya Batmanê xebatkarên tendirustiyê di çarçoveya rênimayên vîrusa Covîd-19yê da, bang li welatiyan kirine ku heke mecbûr nebin dernekevin derve.
Xebatkaran bi pankartên ku li serê bi kurdî "Mala pîrê sitara pîrê" û bi Tirkî "Evinde Kal Gerçuş" (li mala xwe bimîne Kercews) nivîsandîbû, bangawaziya ji mal derneketinê li welatiyan kirine. (AY/FD)
Çavkanî-Fotograf: AA