Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, derbarê nexweşiyên enfeksiyonel de vîdeoyek weşand.
Pispora nexweşiyên enfeksiyonel Dr. Selcan Arslan Ozel di vê vîdeoyê de behsa nexweşiyên enfeksiyonel dike û ji bo parastina ji van nexweşiyan hin pêşniyaran dike.
Wezîr Kocayî di peyama xwe de got: “Bi vebûna zanîngehan re, li jîngehên komelgehî û yên mîna wan, ji bo nexweşiyên enfeksiyonel divê bala mirovan li ser çi be? Em guh bidin pispora xwe.”
Dr. Selcan Arslan Ozel di vîdeoyê de girîngiya hîjyenî nîşan dide. (AS/FD)