Twitterê hesabê rojnameya “Xwebûn”ê vekiriye. Twitterê di 22yê Sibatê de bi hinceta ku şertên Twitterê bin pê kiriye, hesabê rojnameyê girtibû. Rojnameyê li dijî vê biryarê serî li Twitterê dabû.
Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê, Twitterê serlêdana wan qebûl kiriye û ji ber biryara girtina hesabî, lêborîn ji wan xwestiye.
Daxuyaniya Twîtterê ya derbarê mijarê de wiha ye: “Piştî lêkolîna bihurgûlî hat kirin hat fêmkirin ku we şertê Twîtterê bin pê nekiriye, me dîsa hesabê we vekir. Êdî hesabê we ji bikaranînê re vekiriye. Ji ber sebra ku we di vê pêvajoyê de nîşan da, em spasiya we dikin û lêborîna xwe dixwazin.”
Çi bûbû?
Di 22ê Sibatê de Twîtterê navnîşana URLyê ya 340 hesabên medya sanal asteng kiribû. Di nava van hesaban de hesabê rojnameya Xwebûnê jî hebû. (FD)