Fotograf: pxhere.com
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) diyar kiribû ku şîrketên medyaya civakî yên ji milyonekê zêdetir şopînêrên wan hene, divê nûnerekî fermî li Tirkiyeyê destnîşan bikin an na wê ceza li wan were birin. Piştî dema diyarkirî qediyaye û nûner destnîşan nekirine, BTKyê her yek li Facebook, YouTube, Twitter û TikTokê 10 milyon TL cezayê pereyan biriye.
Fatih Sayan, Alîkarê Wezîrê Binesazî û Veguhastinê ev biryar li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye. Li gorî gotina Sayanî ji ber di dema hatiye diyarkirî de nûner destnîşan nekirine, ev ceza dane wan.
Li gorî yasayê piştî dana vî cezayî, di nava 30 rojan de heke nûner neye tayînkirin wê vêcarê 30 milyon TL cezayê pereyan were birin. Piştî vî 30 rojên duyem jî wê cezayê reklamdanê li wan were birin.
Di nava 3 mehên piştî vê pêvajoya cezayê reklambirînê, şîrket berpirsiyariyên xwe bicih neynin ji bo berfiheriya înterneta van şîrketan ji sedî 50ê kêmtir bike, BTK wê serî li dadweriya silh û cezayan bide.
Dibe ev ceza ji sedî 90 were bilindkirin. Heke şîrket piştî cezadanê bi mehekê nûner destnîşan bikin û cezayê xwe bidin wê cezayê wan ji çaran 1 kêmtir bibe. (HA/FD)