Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerê girtî Metin Duran ji bo bê berdan ji ber nexweşiya xwe li Sazîya Tiba Edlî hatiye muayenekirin. Lê namzetê HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) Gergerlioğlu got ku ji dêva rapor bo wî bê girtin cara duyem hatiye muayenekirin.
Cara duyem
Sazîya Tiba Edlî ji dêvla raporê bo rojnamegerê girtî Metin Duran cara duyem ji bo muayeneyê bakiriye wî.
Bi mehan bû ku Metin Duran li sazîya Tiba edlî muayene bûye û li benda rapora sazîyê ye. Rapor ji bo serîlêdana taloqkirina înfazê hewce ye.
Namzetê HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) û endamê Komîsyona Vekolînên Mafên Mirovan a TBMMyê Omer Faruk Gergerlioğlu di daxuyanîya di derbarê vê mijarê de gotiye; “Halê Duranî tine ye ku rojeke din jî di girtîgehê de bimîne lê wan caran dıduyan bakiriye muayeneyê.”
Gergerlioğlu eşkere kir ku ew bi dozgerê girtîgeha Sîncanê re axivîye û dozgerî gotiye, “Ji bo ku heta hefteya bê jî Duranî bibin muayeneyê dest bi xebatan kirine”. Piştî vê guftigoyê Gergerlioğlu li Gerînendeyê Girtîgeha Sincanê a 2yem girtî tîpa Fyê jî gerîyaye û wî jî heman agahî dane.
Metîn Duran niha li nexweşxaneya kampusa girtîgeha Sincanê dimîne.
Li gor rapora Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di girtîgehên Tirkiyeyê de 1154 kesên girtî nexweş in nexweşiya 402 kesan giran e.
Li gor raporên Çavdêrîyên Medyayê ên BİAyê, agahîyên di Nîsan-Hezîranê de hatine amadekirin, di girtîgehan de 127 rojnamevan hene.
Çi bûbû?
Metin Duranê rojnamevan heta Bi KHKyê (Qeranameyên di hukmê zagonan de) bê girtin di Radyo Rengînê de dixebitî û ji bo rojnameyên Merdînê nûçe amade dikirin.
Di 10ê Cotmeha 2015an de, ku hîn qedexeyên derketina derve dom dikirin, ji bo êşa dilê xwe çû nexweşxaneya Mêrdînê a Dewletê. Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê bijîşk gotiye “êşa te derûnî ye” û ew şandiye mala wî. Duranî eynî şevê tengajeya dilî derbas kiriye û wî xistine lênêrîna awarte. Duranî piştî wê tengajeyê felç bûye.
Di dema qedexe û operasyonan de mala wan î li Nisêbînê hilweşîyaye ji ber vê yekê jî ew û malbata xwe bi nasên xwe re di malên wan de mane.
Wextê Duranî nexweş dikeve bi cezayekî ku berê danê girtine û ew birine Girtîgeha Sincanê a 2yem girtî. Cezayê duranî 3sal 3 meh û 15 roj in.
(AS/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî