NÛÇEYA FERID DEMIRELÎ
Şanoyên Bajêr ên Stenbolê di bernameya xwe de cih daye şanoyeke bi kurdî

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bernameya xwe ya demsala nû aşkere kir. Şanoyên Bajêr îsal ji ber pandemiyê ango şewba Covid-19ê biryar daye ku piştgiriyê bide şanoyên taybet. Li gorî vê biryarê wê di meha Çiriya Pêşiyê de 10 jê yên zarokan li ser hev wê 50 lîstikên şanoyê li salonên Şanoyên Bajêr werin nîşandan.
Yek ji van lîstikan jî lîstikeke bi kurdî ye. Li gorî bernameya ku hatiye aşkerekirin, şanoya “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê di dîroka Şanoyên Bajêr de bibe yekem lîstika bi kurdî.
Şanoya bi navê “Bêrû” ya ku Dario Foyî nivîsandiye ji du perdeyan pêk tê û Dilawer Zeraqî ji bo kurdiyê wergerandiye. Nazmî Karaman derhêner e û Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Apaydin û Cîhad Ekîncî jî tê de dilîzin.
Yek ji lîstikvanên şanoyê Omer Şahînî ji bianetê re got, Şanoyên Bajêr beriya niha ji bo piştgiriya bi şanoyên taybet re bangewaziyek kiribû û wan jî li ser vê, bi du lîstikan serî lê dane. Şahînî destnîşan kir ku lîstika wan a “Bêrû” hatiye hilbijartin. Şanoger Şahînî got ku ji ber wan beriya niha li hin sehneyên din ên şaredariyan lîstikên xwe lîstine, ne ji bo wan lê wê ji bo Şanoyên Bajêr bibe ceribandineke nû.
“Hewce nake mirov wateyeke kûr bidê”
Omer Şahînî wiha berdewam kir: “Hewce nake mirov wateyeke kûr bidê. Em dikarin bibêjin encama nêzikatiya Partiya Gel a Komarî (CHP) ya li hemberî kurdan e ku ji hilbijartinê û vir ve ev nêzîkatî heye. Ev jî berdewama wê ye. Em nizanin wê ev nêzîkatî heta ku berdewam bike.
“Em ê îlanan bidin li ser înternetê. Em dixwazin temaşevan werin û bikenin. Wê poşman nebin.”
“Bêrû” di 13ê Çiriya Pêşiyê de saet 20.30 deqîqeyan de wê li Sahneya Gaziosmanpaşayî were lîstin. (FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
