Rûstem Polat, neviyê Seyîd Rizayî koça dawî kiriye
Rûstem Polat, neviyê Seyîd Rizayî li Mainzê, bajarê Almanyayê dilê wî sekiniye û koça dawî kiriye.

Fotograf: MA
Rûstem Polat, neviyê Seyîd Rizayî di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Polatî li Mainzê, bajarê Almanyayê dilê wî sekiniye û koça dawî kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, zarokên Polatî wê cenaze bibin Dêrsimê û li wir were binaxkirin.
Polat di tevahiya jiyana xwe de li cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û qûrbaniyên Dersimê yên hatine darvekirin û şûna gorên wan nayê zanîn geriyaye. Polat wiha gotibû: “Ez dixwazim biçim serdana gora kalikê xwe û li ser gora wî find pê bixim û duayan bikim.” (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.