Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
4emîn Lijneya Giştî ya Awarte ya İHDyê Şaxê Stenbolê di 1ê Tîrmehê de saet di navbera 14.00 û 19.00ê de li avahiya komeleyê birêve çû.
Di encama lijneyê de Gulseren Yolerî weke seroka komeleyê, Leman Yûrtsever sekreter û Semîray Yilmaz jî weke hesabdar hat hilbijartin.
Endemên esasî yên Lijneya Rêvebiriyê wiha ne: Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Semîray Yilmaz, Nûrten Dayanan, Mîne Nazarî, Nagehan Avçîl, Gonul Sonbalhar.
Endamên yedek yên Lijneya Rêvebiriyê: Zehra Yilmaz, Kiymez Ozden, Dogan Ozkan, Meryem Bars, Hatîce Korkmaz, Begalî Kûrnaz, Firat Vûral.
Endemên esasî yên Lijneya Kontrolê: Mûkaddes Şamîloglû, Hanim Tosûn, Huseyîn Aygul.
Endamên yedek yên Lijneya Kontrolê. Emîre Eren Keskîn, Kîraz Bîçîcî, Cîhan Kaplan.
Parêzer Gulseren Yoleriyê berê jî li İHDyê û şaxên wê rêveberî kiriye û di sala 2007ê de weke Serokê İHD a Stenbolê hatibû hilbijartin. Herwiha weke Alîkara Serokê Giştî ya İHDye jî kar kiriye. (AS/FD)