Rektora Zanîngeha Harvardê Claudine Gay piştî bertekên li ser daxuyaniyên wê yên derbarê întihal û îdiayên antîsemîtîzmê yên li kampusê dest ji kar kişand.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Gay di hefteyên dawî de ji bo dest ji kar bikişîne rastî zextên giran hatiye û di nameya xwe ya îstîfayê de gotiye ku îstifakirina wê dê ji bo zanîngehê jî baş be.
Gayê di nameyê de gotiye, "Cihê xemgîniyê ye ku dijberiya min a nefretê û pabendbûna min ya bi hesasiya akademik ve xistine nav gumanan. Min ev biryar bi hêsanî negirt. "Bi rastî jî ewqas zihmet bû bi gotinan nayê gotin.” Her weha Gay diyar kir ku ew rastî gefên kesane û "nefreta nijadî" hatiye.
Claudine Gaya 53 salî, şeş meh bû li ser kar û di nav 8 dibistanên bijarte yên DYAyê de li zanîngehekî Ivy Leagueyê yekem jina reşik û duyemîn jin bû ku bûbû rektor.(EMK/AY)