Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Prof. Dr. Semih Tumen li şûna Oguzhan Ozbaşî bûye Alîkarê Serokê Banka Navendî. Biryara tayînkirina Semih Tumenî di Rojnameya Fermî de weşiyaye û ketiye meriyetê.
Alîkarên Serokê Banka Navendî bi Biryarnameyên Serokomariyê û ji bo çar salan tên wezîfedarkirin. Alîkarên Serokî di dawiya vê demê di dibe ku careke din werin wezîfedarkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî biryarnameyek derxistiye derbarê tayînkirinê de û tê de wiha gotiye:
“Oguzhan Ozbaş, Alîkarê Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (Gûvernor) bi Xala 35an a Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de a hejmar 375ê û Xala 2yem a Biryarnameya Serokomariyê ya hejmar 3yê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û Prof. Dr. Semih Tumen li gorî Xala 29an a Qanûna hejmar 1211yan û Xala 2, 3 û 7an a Biryarnameya Serokomariyê ya hejmar 3yê li şûna wî weke Alîkarê Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (Gûvernor) hatiye tayînkirin.”
Derbarê Semih Tumenî de
Prof. Dr. Semih Tumen, ji sala 2018an û heta niha li Beşa Iqtîsadê ya Zanîngeha TEDê ders dida.
Beşa Iqtîsadê ya ODTUyê qedandiye. Li London School of Economicsê di beşa Ekonometrî û Iqtîsada Matematîkî de mastera xwe kiriye. Li Zanîngeha Cihacagoyê doktoraya xwe qedandiye.
Ji sala 2002yan û vir ve li Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê bûye Midûrê Giştî yê Lêkolînên Ekonomîk ên Binyadî, Alîkarê Midûrê Giştî yê Polîtîkayên Pereyan, Ekonomîst û hin karên din kiriye. Di heman demê de li ODTU, Zanîngeha Bilkentê û TOBB-ETUyê drs didan.
Derbarê wezîfedarkirinên ji bo Banka Navendî de
Di meha Adarê de Naci Agbal, Serokê Banka Navendî ji wezîfeyê dûr xistibûn û Prof. Şahav Kavcioglû li şûna wî wezîfedar kiribûn.
Mûrat Çetînkaya, yek ji alîkarên Serokê Banka Navendî di heman mehê de ji kar hatibû dûrxistin ku di Tebaxa 2019an de dest bi wezîfeyê kiribû. Mûstafa Dûman li şûna Çetînkayayî dest bi wezîfeyê kiribû.
Oguzhan Ozbaşê ku îro ji wezîfeyê dûr xistine jî ji Tebaxa 2019an û vir ve li ser wezîfeyê bû.
Piştî tayînkirina nû Komîteya Rêveber a Banka Navendî ji van navan pêk hatiye:
Prof. Dr. Şahap Kavcioglû (Serok), Dr. Ugur Namik Kucuk, Mustafa Duman, Prof. Dr. Semih Tumen.
Ji roja damezrandina wê heta niha kesên bûne serokên Bankê
|
(TP/FD)