Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibeyê Doç. Dr. Koray Çalişkan li mala wî desteser kir.
Agahiya desteserkirinê parlamenterê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Ogûz Kaan Saliciyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê da.
Saliciyî ev Twît belav kir:
“Koray Çalişkan gava dî hat desteserkirin. Ne dîyar e ka ji ber çi [hatiye desteserkirin.] “
Koray Çalişkan kî ye?
di sala 1972yê de li Stenbolê hatiye dinê. Ew wek Doçent li Zanîngeha Bogazîçîyê li Beşa Têkiliyên Navneteweyî kar dike.
Wî li Zanîngeha New Yorkê doktora kir. Çalişkan li rojnameya Radîkalê bû nivîskarê quncikê. Wî li HaberTurk û +1TVyê bernameyên televizyonan çêkirin. (NV/MB)