Polîsan vê sibê bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) ya Îdirê de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hêzên taybet yên polîsan tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin.
Sedema serdegirtinê diyar nîne û lêgerîna li avahiya partiyê didome.
ÎDİR'DE DEM PARTİ BİNASINA POLİS BASKINI
— Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) October 10, 2024
DEM Parti Îdir İl Örgütü binasına polisler tarafından baskın düzenlendihttps://t.co/wTNi29bAZ7 pic.twitter.com/IDoJW7Xb5Y
DEM Partiyê daxuyanî da
Derbarê serdegirtinê de Navenda Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku hevserokên bajar hatine desteserkirin.
Daxuyaniya DEM Partiyê weha ye:
"Avahiya me ya Îdirê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û di nav de Hevserokê me yê Bajêr jî hene, desteserkirin pêk hatiye. Polîs û daraz bûne darê destê desthilatê û bi her pêngavê re mafê siyaseta demokratîk asteng dikin û vê didomîne.”
"Ev hewldan vala ne. Hûn ê nikaribin bi hedefgirtin, desteserkirin û girtinan yek endamekî me jî bixin çogan."
(TY/AY)