Ji bo nûçeya Tirkî
Li Rihayê polêsan îro avêtin ser avahiya Radyo Qerejdaxê, dest danîn ser arşîva wan û 3 xebatkarên wan hatin binçavkirin.
Xebatkarên Radyo Qerejdaxê derbarê mijarê de agahî dan bianetê û gotin ku polêsan duh arşîva 3 mehan ji wan xwestiye.
Hat ragihandin ku piştî weşana derbarê civîna HDPê ya hefteyane, ji hesabeke twitterê de wiha hatiye gotin:‘Radyoya Qerejdaxê ku li Rihayê weşanê dike, niha bênavber axavtina parlementerê HDPê diweşîne. Hemû axavtina wî parlementerê li dijî qasrê ye.’ Piştî vê parvekirina li twitterê de, polêsan avêtin ser avahiya radyoyê.
Li gorî nûçeya DÎHAyê jî polêsan bi hincetên ‘propagandaya rêxistinê’, ‘ji bo sûcdaran pesndayîn’ û ‘heqaretê li serokomar kirine’ avêtine ser avahiyê.
3 xebatkarên radyoyê hat binçavkirin
Di encama serdegirtinê de polêsdan dest danîn ser hard diskên kompiteran û xebatkarên bi navê Muslim Polat, Mizgin Çay û Zozan Kolay jî hatin binçavkirin.
Dest danîn ser arşîva radyoyê
Her sê xebatkarên binçavkirî piştî îfade dan, serbest hatin berdan. Zozan Kolaya ku hat binçavkirin ji bianetê re axivî û ragihand ku di îfadeyê de pirsên wekî ‘Hûn li radyoyê çi karî dikin?’ ‘Hûn endamê rêxistinên îllegal in an na?’ ji wan pirsîne.
Piştî xebatkarên wan serbest hatin berdan, weşana radyoyê jî dewam kir.
(EA/YO)