Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kavala di doza Gezîyê de beraet kiribû, lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" hatibû vekirin. Osman Kavalayî yê ku karsaz û mafparêze îro cara yekem derketiye pêşberî dadgehê.
Danişîna Kavalayî di 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de pêkhatiye. Kavalayî li Girtîgeha Silîvriyê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûye. Her weha Koksal Bayraktar, Tolga Aytore û Deha Bodûroglû, parêzerên Kavalayî jî li salona dadgehê amede bûne.
Di heman demê rojnameger û nûnerên konsolxaneyên Stenbolê yên DYA, Danîmarka, Almanya û Swêdê ji şopandina li danişînê bûne. Ji berk u salona danişînê piçûk maye, rojnameger li pê danişîn şopandine.
Piştî ku tespîta nasnameya Kavalayî hatiye kirin, Serokê Dadgehê îddanameya ku têkildarî Kavala û Henrî Barkeyî hatiye amadekirin xwendiye. Li piştî vê Kavalayî dest bi parastinê kiriye. Kavalayî destnîşan kiriye ku tohmetên ku di îddanameyê de ye yek jî nespartine lêkolîna çalakiyek bercesteyî, delil û bingehek.
Kavalayî weha gotiye, “Hêvîdar im ev îddanameya ku tohmetên bêmentiq, bêdelîl û bêbingeh li xwe digire ya ku welatiyên me ji azadiya wan bêpar dihêle, bibe ya dawîn.”
Sûcên ku kirine hincet ji bo dadgehkirina min seyre û ji rastiyê dûre. Li gel vê yekê carekê biryara binpêkirinê, carekê ya bereatê û du caran jî biryara tehlîye bûna min hatiye dayîn. Girtî mayîna min ya bi salan binpêkirinek asayî nîne. Ev ji bo min bûye weke îşkenceyekî menewî.”
Dozger xwest ku Kavala girtî bimîne
Piştî parastina Kavalayî danişînê bi îfadeyên şahidan û parastina parêzeran dewam kir. Parêzeran daxwaza tehlîyebûna miwekîlên xwe kirin. Piştî daxwazê dadgehê 15 xulek navber da danişînê.
Piştî navberê dozger xwest ku Kavala girtî bimîne. Ji bo biryarê dadgehê 15 xulekên din navber da danişînê.
Piştî navberê lijneya dadgehê biryara girtî mayîna Kavalayî da û danişîn taloqî 5ê Sibata 2021ê kir.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/AY)