Nûnerê TUGVAyê dema danezanên sexte yê CHPê belav kiriye hatiye zeftkirin
CHPyîyan ji hin kesên ku li Esenlerê danezan belav kirine biguman bûne û piştre derketiye holê ku danezanên hatine belavkirin sexte ne. Hatiye diyarkirin ku yek ji kesên ku danezanên sexte yên CHPê belav kiriye nûnerê TÛGVAyê ye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
CHPyîyan ji hin kesên ku li Esenlerê danezan belav kirine biguman bûne û piştre derketiye holê ku danezanên hatine belavkirin sexte ne. Hatiye diyarkirin ku yek ji kesên ku danezanên sexte yên CHPê belav kiriye nûnerê TÛGVAyê ye.
Li ser agahiya ku danezanên sexte yên CHPê hatine belavkirin, Namzetê Parlamenteriyê yê Herêma 2yemîn ê Stenbolê yê CHPê Bulent Ûtebay û endamên CHPê giliyê kesên ku danezanên sexte belav kirine, kiriye.
Hatiye îdiakirin ku yek ji kesên ku danezanên sexte belav kirine, Nûnerê Navçeya Esenlerê yê TÛGVAyê Şeref Yumurtaci ye. Li ser giliyê Ûtebay û endamên CHPê gumanbarên ku di nav de Yumurtaci jî heye hatin desteserkirin.(Mİ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.