Wêne: Işik Mater
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di rêûrismeka li bajarê Stockholmê yê Swêdê, hev-dîrektorê Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê(Hafiza Merkezi), Murat Çelikkanî Xelata Mafparêziya Sivîlan stand ya 2018ê stand.
Çelîkkanî di axiftina xwe ya xelatstandinê de got:
“Ez vê xelatê li vê derê distînim ji ber ku hinek di vê rêyê de meşiyane, hinek li pişt deriyên qefesî de ne, Dayikên Şemiyê bi salan in li ber xwe didin, Hrant Dînk, Tahir Elçî û wan kesên dî jiyana xwe di vê rêyê de dayine. Ez li vê derê me ji ber ku di vê rêyê de gelek mirovên ezamet jiyana xwe dane.
Bixwîne - Xelata Mafparêziya Sivîlan a 2018yê dan Murat Çelîkkanî
Fîlm hat nîşandan
200 mafparêz li Stogholmê kom bûn. Di rêûrismê de fîlmek hat nîşandan. Di wê fîlmê de hat nîşandan ku Çelîkkanî piştgiriya Dayikên Şemiyê û berxwedana lêzimên wan kesên bêserûşûnbûyîn kiriye.
Midirê Mafparêziya Sivîlan bi peyameka nivîskî da zanîn:
“Çeperek li ser pêyan e ku li wê derê hin kes digel tehdîda guvaş, kuştin û girtinê li ber xwe didin.
Çi bûbû?
Mafparêziya Sivîlan (Civil Rights Defenders) biryar girt ku Xelata Mafparêziya Sivîlan a Sala 2018yê bidin mafparêz Murat Çelîkkanî.
Murat Çelîkkan hevdîrektorê rêxistina mafên mirovan a serbixwe ya bi navê Navenda Bîrê (Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê) ye.
Mafparêziya Sivîlan sala 1975ê bi navê Komîteya Mafên Mirovan a Helsînkî li Swêdê hatiye avakirin û vê xelatê ji sala 2013yê û vir ve dide.
Navenda Bîrê sala 2010ê ji hêla komeke parêzer, rojnameger û mafparêzan ve hatiye avakirin. Navend wî tiştî dike armanc ku rastiya binpêkirinên mafên mirovan ên rabirdûyê derxe holê, bîra kolektîf a derbarê van binpêkirinan de bihêz bike û di lêgerîna edaletê de piştgiriyê bike.
Çelîkkan piştî ku xelat stand got, “Ev xelat pesendkirina wan xebatan e ku em dikin û ez xwe bi vê xelatê bijartî dibînim. Girîng e ku li welatên mafên mirovan rastî êrîşan tê, di piştevaniya civaka sivîl de berdewam bikin. Hêviya min ew e ku ev xelat rê li ber wî tiştî veke ku li qada navnetewî bêhtir piştgirî ji bo civaka sivîl a Tirkiyeyê çêbibe û ewlekariya mafparêzên li Tirkiyeyê bêhtir bibe.”
Murat Çelîkkan ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re roja 28ê Gulanê ya 2016yê bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar. Ji ber vê piştevaniyê 16yê Gulanê ya 2017yê 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi tohmeta “propagandeya terorê” ceza dabû wî.
Çelîkkan 14yê Tebaxê ketibû Girtîgeha Kirklareliyê û 21yê Cotmehê tehliye bûbû.
Murat Çelîkkan kî ye?
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke Nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kiriye. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye û bûye yek ji rêveberên wan. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de xebat kiriye.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê dike ku yek ji avakarên wê ye.(TP/MB)