Metîn Ûca li balafirgehê hatiye desteserkirin
Metîn Uca bi sedema ku derbarê wî de biryara zeftkirinê heye hatiye desteserkirin û dê sewqî edliyeyê were kirin. Lê heta niha nayê zanîn ku ji bo çi biryara zeftkirina wî heye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameger û pêşkêşvanê televîzyonê Metîn Uca li Balafirgeha Stenbolê hatiye desteserkirin.
Ûca ji bo biçe Enqereyê çûye Balafirgeha Stenbolê.
Uca dema kare bilêta xwe cîbicî dike û kontrola nasnameya wî tê kirin derketiye holê ku biryara zeftkirina wî heye. Li ser vê yekê Metîn Uca hatiye desteserkirin. Uca piştî karên li vir dê sewqî edliyeyê bê kirin.
Heta niha nayê zanîn ku bê çima derbarê Ucayî de biryara zeftkirinê heye.(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.