Fotoğraf: bbc
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Siwêdê mêran di nava pênc hefteyan de 6 jin kuştine. Bi giştî di warê wekheviya zayendî de pesnê wî welatî tê dayîn. Her weha li wî welatî nîqaşên tûndkariya li nava malbatê bûye rojev.
Li gorî nûçeya Maddy Savage ku li bbcyê jinên ku ji aliyê mêran ve hatin kuştin, ji 3 nifşan cûda pêk hatine û li 3 herêmên cuda bûne. Lêbelê tişta ku ji bo hemûyan hevpare, mêrên bi wan re di nava têkiliyên ji nêz ve de ne hatine girtin.
Kuştina du jinan biroj di nava kolanê de pêk hatiye. Jê yek li navenda bajarokekê ku dikeve başûrê wî welatî hatiye kuştin. Ewa din jî li qeracekî otobusan ku li bajarê Lînkopîngê ye kuştine.
Jinekê jî bi çar zarokên xwe yên biçûk re li aparmanekî li kolana Flemîngsberga Stockholmê niştecê bûye. Ew jina li daîreya ku lê dijî hatiye kêrkirin. Diyar bûye ku mêrê bi gumana kuştinê hatiye girtin nasekî wê yê nêzîk bûye.
Marta Stenevî, Wezîra Wekheviya Zayendê ya Swêdê gotiye, "Em di wekheviya zayendî ya li Swêdê de ji gelek alî ve bi pêş ve çûne, lê em hînê bi komên civakî yên ku zextan li jinan dike re dijîn."
(EMK/AY)