Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Tîrmehê de, herî kêm 44 jin û çar mêrên li gel wan bûne kuştine. Jineke ku hatiye kuştin penabereke çînî bûye.
Mêran ya kêm tûndkarî li 81 jinan kiriye. Herî kêm tecawiz li 10 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 59 jinan kiriye. Istismara cinsî li 19 zarokên keç, ya kêm tacîz li 34 jinan kiriye.
Mêran di heft mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 184 jin kuştine. Tecawiz li 31 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 288 jinan kiriye, tacîz li 138 jinan kiriye û istismara cinsî li 139 zarokên keç kiriye. Mêran di van heft mehan de tundkarî li 312 jinan kiriye.
Ev hejmar di heft mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 140 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 42 jinan, taciz li 130 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 338 jinan kiribû. 231 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 244 jin birîndar kiribû.
Di meha Tîrmehê de mirina 12 jinan (Wan, Manîsa 2, Tekîrdag, Balikesîr, Antalya, Samsun 2, Mûgla, Stenbol, Edene, Enqere) bi şik û guman bûye.
Mêran hewl dane ku jinekê (li Stenbolê) bikujin.
Di meha Tîrmehê de çapemeniyê ji bo kuştina jin û zarokekê/î weke bûyera ‘failên wê nediyar’ nivîsandiye (Colemêrg).
Li Stenbolê kirine ku jineke trans a bi navê Dîdem A û li Newşehîrê jî kirine ku jinek hewl bide xwe bikuje.
Kuştin
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Tîrmehê de, herî kêm 24 jin û çar mêrên ku li bal jinan bûye kuştine.
Jineke penaber a çînî li Stenbolê hatiye kuştin. Digel biryara parastinê du jin hatine kuştin. Herî kêm sê jin beriya bên kuştin rastî îşkenceya sîstematîk hatine. Çawişekî pispor jinek kuştiye.
Navê jinên ku hatine kuştin
Büşra G. Chen H., E.A., Ebru T., Elif E., Fatma A., Filiz K., Gülay Ş., Gülen P., Halime Ş., Hasine Ş., Hatice K., M.K., Meryem A., Müberra K., Mürevvet İ., Nimet Y., Nuray A., Özlem E., Pakize G., Seher O., Sevim K., Songül Y., Şükran C.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Adana (1), Antalya (1), Bursa (2), Çanakkale (1), Denizli (1), Diyarbakır (1), İstanbul (5), İzmir (1), Kayseri (1), Kilis (1), Kocaeli (2), Konya (2), Kütahya (1), Maraş (1), Mersin (2), Tekirdağ (1).
Mêran herî kêm pênc jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin”, jinek ji ber ku xwestiye zaroka/ê xwe bibîne kuştiye. Mêran jinek ji ber ku pêlava jê re kiriye neecibandiye, jinek ji ber ku nîqaşa li ser zînetan, jinek jî bi sedema “hesûdiyê” kuştiye. Mêran jinek jî ji ber ku xirabî pê kiriye, kuştiye. Sedema kuştina 14 jinan di medyayê de nehatiye nivîsandin.
Ji sedî 71 mêrên jinan ew kuştine.
Mêr/mêrê berê yê 12 jinan, yar/yarê berê yê pênc jinan, xizmên (nevî, bira, bav) sê jinan, zavayê berê yê jinekê ew kuştiye. Naskirina sê jinan a wan û mêrên ku wan kuştiye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Ji sedî 58ê jinan di nava malê de hatine kuştin.
Mêran 14 jin li malan, heft jin li qadên civakî (kuçe, li ber mala wê, li ber çemekî, li daristanê) kuştine. Cihê ku sê jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran 14 jin bi cûreyên çekên gulexwar, şeş jin bi kêr û yên weke wê kuştine. Mêran jinek xeniqandiye. Jinek derb kiriye kuştiye. Bi keviran serê jinekê pelixandine û ew kuştine.
Di nûçeyan de nehatiye diyarkirin ka jinek çawa hatiye kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
Herê kêm di du bûyerên kuştinê de fail ji yekî zêdetir bûne. 13 fail hatine girtin. Heft fail hatine desteserkirin. Sê fail şandine edliyeyê. Çar failan xwe kuştiye.
Kuştinên ku berê bûne lê çapemeniyê di meha Tîrmehê de nivîsandiye
Li Amedê A. H. û A. H., Y. A kuştiye. Bûyer di 31ê Tîrmeha 2015ê de pêk hatiye û di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku du mêr hatine girtin.
Li Stenbolê M. K. tundkarî li hevjîna xwe Dilek K. kiriye. Rewşa tenduristiya Dilek K.yê ji ber tundkariyê gelekî xirab bûye, piştî ji nexweşxaneyê derketiye miriye.
Bûyer di 3yê Tîrmeha 2014ê de pêk hatiye, di meha Tîrmeha 2019ê de çapemeniyê behs kiriye. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike lê hîna doz nehatiye vekirin.
Kuştina zarokan- tundkariya li zarokan
Di meha Tîrmehê de li Kayseriyê mêrekî derb li hevjîna xwe xistiye û bûye sedema kuştina zarokê di zikê wê de. Li Amedê di navbera du mêr û jinekê de li kolanê nîqaş derketiye. Mêran bi şivan li zarokeke keç xistine.
Li Enqereyê H. Y (14) derb li R. H (14) ya ducanî xistiye.
Pêvajoya Hiqûqî
Failekî 14 sali hatiye desteserkirin. Mêrekî fail hatiye girtin.
Li Amedê giliyê mêrên fail hatiye kirin.
Bûyerên ku berê bûne
Li Stenbolê E. Y. yê ku biryara bidûrxistinê ji bo wî hatiye standin, ji bo tolhildana li hevjîna xwe ya bi navê O. Yyê keça xwe revandiye û derb li wê xistiye.
Bûyer di 27ê Gulanê de pêk hatiye lê di meha Tîrmehê de çapemeniyê kiriye nûçe. Tenê ji bo çar mehan biryara bidûrxistina mêr hatiye standin. Digel ku welayeta zarokê bav zarokê nade dêya wê.
Tecawiz
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm tecawiz li 10 jinan kiriye. Di Tîrmeha 2018ê de ev hejmar 10 bû.
Mêran di vê mehê de tecawiz li şeş jinan kiriye ku astengdar bûne.
Mêran hewl dane li Antalyayê tecawiz li jinekê bikin.
Di sê bûyerên tecawizê de, jinan 19 kesên tecawizkar nas nedikirin.
Mêrekî tecawiz li jinekê kiriye ku ji bo hevdîtina karî bang li wê kiriye. Birayê jinekê tecawiz lê kiriye.
Li malê tecawiz li sê jinan, li parkê li jinekê hatiye kirin. Cihê ku mêran tecawiz li şeş jinan kiriye, di nûçeyan de nehatiye nivîsandin.
Bûyereke tecawizê piştî ku jin miriye, derketiye hoyê. Yek jî piştî derketiye holê ku jin ducanî bûye derketiye holê. Malbata failekî ji bo jin giliyê mêrê tecawizkar neke zext li jinê kiriye.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Afyon (1), Aksaray (1), Antalya (1), Aydın (1), Bolu (1), Denizli (1), Stenbol (1), Îzmîr (1), Kayseri (1), Uşak(1)
Pêvajoya Hiqûqî
23 fail hebûn. Heşt jê hatine girtin. Yek ji van failan dema ku bi destûr ji girtîgehê derketiye dîsa tecawiz li jinekê kiriye û dîsa hatiye girtin. Heşt fail hatine desteserkirin.
Çar fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Failek serbest bûye. Çapemeniyê ji bo failekê gotiye, “reviya ye”.
Bûyerên tecawizê yên ku berê bûne
Li Kocaeliyê A. O (67) bi darê zorê ketiye mala cîrana xwe E. S. (18). Hewl daye ku tecawiz li wê bike. Paşê jî ew tacîz kiriye.
Derketiye holê ku xizmên mêrî, gef li jinê û malbata wê xwarine. Bûyer di meha Gulanê de çêbûye, piştî ku jinê giliyê wî kiriye çapemeniyê nivîsandiye. Mêr hatiye girtin.
Li Antalyayê, A. E., E. K û T. B. Tyê li malê tecawiz li Y.E. yê kiriye. tundkarî li wê kirine. Her sê mêr û jineke ku alîkariya wan kiriye, bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Bûyer sê meh berê pêk hatiye û di meha Tîrmehê de bûye nûçe.
Li Stenbolê A. K. yî li malê tecawiz li B. A. (28) kiriye. Mêr hatiye girtin. Bûyer di 30ê Hezîranê de çêbûye. Di meha Tîrmehê de bûye nûçe.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Tîrmehê de bi darê zorê karê seksê li 59 jinan daye kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 13 bû. Ji 59 jinên karê seksê bi zorê lê hatîn kirin, 10 jin ne ji Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Li ser hev 119 fail hebûn. 33 ji wan hatine girtin. Du fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. 27 fail hatine desteserkirin.
Ji bo failekê lêpirsînname hatiye amadekirin. 56 fail serbest bûne. Hatiye gotin ku du fail ji ber kêmbûna delîlan hatine berdan.
Bûyerên ku demên berê bûne
Li Karamanê M. D. H.H.D û E. Y bi darê zorê karê seksê li du jinên biyanî kirine. Her sê mêr bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Bûyer di meha Hezîranê de pêk hatiye, di meha Tîrmehê de bûye nûçe.
Li Çewlikê 31 gumanbaran bi darê zorê karê seksê li jinan kiriye. 10 ji wan hatine girtin. 15 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest bûne. 6 ji wan bêyî kontrola edlî serbest bûne.
Bûyer di meha Hezîranê de pêk hatiye û çapemeniye weke “kirina bi darê sorê karê seksê” kiriye nûçe. Piştî ku parlamenteran pirsyarname dane parlamenê, di meha Tîrmehê de bûye nûçe.
Taciz
Mêran di meha Tîrmehê de ya kêm taciz li 34 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 28 bûye.
Di nûçeyan de hatiye nivîsandin ku di du bûyeran de mêran bi awayekî sîstematîk tacîz li jinan kiriye. Jinek ji wan trans û di girtîgehê de bûye.
Mêrên ne nasên şeş jinan taciz li wan kiriye. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku “kesekî niviştçêker”, du rêwî, alîkarê midurê şaredariyê ku serlêdana karî kiriye û patronekî tacîz li jinan kiriye.
Mêran fotograf/vîdeoyên du jinan bêdestûr kişandine û taciz li wan kiriye. Mêran tacîza laşî û devkî li 32 jinan kiriye.
Mêran li cihên civakî yên weke market, kolan, qada festîvalê tacîz li 14 jinan, li navgînên weguhastinê yên weke metro, metrobus, tren, tramvayê de tacîz li heft jinan, li kargehê li sê jinan, li girtîgehê li jinekê û li malan li du jinan kiriye.
Bajarên ku mêran lê jin taciz kirine
Adana (1), Amasya (1), Ankara (1), Antep (1), Aydın (1), Bartın (1), Bursa (2), Giresun (1), Hatay (1), İstanbul (5), İzmir (1), Kayseri (3), Kırklareli (1), Kocaeli (3), Mardin (1), Samsun (2), Trabzon (6), Zonduldak (2).
Pêvajoya hiqûqî
Li ser hev 28 fail hebûne. Çar ji wan hatiye girtin. Pênc ji wan serbest bûne. Sê fail hatine desteserkirin. Yek ji wan bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Ji bo şeş failan lêpirsînname hatiye amadekirin. Ti karekî hiqûqî/yasayî ji bo du failan nehatiye kirin.
Hevjinê jinekê failek birîndar kiriye, ew birine nexweşxaneyê, hevjînê jinê hatiye girtin.
Jinan sê tacizkar kuştine. Ji bo du failan di nûçeyan de hatiye nivîsandin ku “li wan digerin”.
Bûyerên ku di demên berê de bûne
Derketiye holê ku H. B. yê li Enqereyê dersdar e, di sala 2006ê de tacîz li xwendekara xwe ya bi navê S. H. H û di sala 2016ê de jî li Y. D. M. V. kiriye. Hatiye zanîn ku ji ber tacîzê pênc caran cezayê disiplînê li mêr hatiye birîn. Heman mêrî di meha nîsanê de jî tacîz li veterîner Ç. B. kiriye.
Li Stenbolê O. A. yê xwediyê şîrketekê li kargehê bi awayekî sîstematîk tacîz li du jinan kiriye ku li nik wî kar dikirin. Bûyera tacîzê di meha Tîrmehê de bûye nûçe ku her du jin di 11ê Hezîranê de ji kar derketine.
Li Stenbolê polîsê bi navê U. M. tacîz li cîrana xwe ya bi navê Z. T. (19) kiriye. Jinikê giliyê wî kiriye û doz lê hatiye vekirin, li ser vê rewşê polîsî gef li malbata jinê xwariye û derb li wan xistiye. Ji Çiriya Paşiyê ya 2018ê û vir ve polîsî tacîza sîstematîk li jinê kiriye û ev bûyer di meha Tîrmehê de bûye nûçe. Ji bo polîsî biryara dûrxistinê hatiye standin lê hîna jî li ser wezîfeya xwe ye.
Fotografêr T. E. li Tirkiyeyê û li hin welatên din di demên cida cida de tacîza laşî û ya li ser medyaya civakî li jinan kiriye.
Piştî ku jinan rewş aşkere kiriye, bûyer bûye nûçe.
Istismara Zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de zarokên kur jî di nav de herî kêm istismara zayendî li 19 zarokan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 42 bûye.
Mêrên ne nasên 23 zarokan, dersdarê quranê li çar jinan, xebatkarekî şaredariyekê tacîz li zarokan kiriye. Di çapemeniyê de nehatiye nivisandin ku bê tacizkar û 3 zarokên taciz li wan hatiye kirin hev nas dikin an na.
Heşt zarok li qadên civakî yên weke tax, kolan, kargeh û kursa quranê, sê li navgînên veguhastinê rastî istismarê hatine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku bê zarok li ku rastî istismara cinsî hatine.
Zarokek ku rastî istismarê hatiye, astengdar bûye. Zarokek jî bi awayekî sîstematîk hatiye istismarkirin.
Di bûyerekê di istismarkar lebatê xwe yê mêraniyê nîşanî zarok daye. Bi dizî fotografê du zarokan kişandiye. Mêrekî bi rêya medyaya civakî tacîz li zarokan kiriye. Herî kêm 15 bûyer bi awayeki laşî pêk hatiye.
Bajarên ku zarok lê hatine istismarkirin:
Bartın (1), Bitlis (1), Denizli (2), Edirne (1), İstanbul (5), Kayseri (1), Nevşehir (2), Sakarya (4), Samsun (1),Van (1).
Pêvajoya hiqûqî
30 mêran istismara cinsî li zarokan kiriye. 16 ji wan hatine girtin. Pênc jê hatine desteserkirin. Çar ji wan bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Di çapemeniyê de ji bo failekî hatiye nivîsandin ku “lê digerin”.
Rewşa failan di nûçeyan de nehatiye nivîsandin.
Bûyerên ku berê bûne
Li Denizliyê Z. Y. (47) li kolanê İ. G. (19) tacîz kiriye.
Mêr hatiye desteserkirin. Bûyer 6ê Hezîranê qewimî ye lê di meha Tîrmehê de bûye nûçe.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 81 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Par di heman mehê de ev jimar 32 bûye.
Jinek ji van astengdar bûye. Mêran bi awayekî sîstematîk tundkarî li du jinan kiriye. Herî kêm gef li sê jinan xwariye.
Di bûyerekê de mêrekî ji jina ku wesayît diajot re gotiye, “jin divê weke jinan tevbigere”.
Mêr/mêrê berê/mêrê, yar/yarên berê yên 45 jinan; Xizmên herî kêm neh jinan tundkarî li wan kiriye. Du dizan, wezîfedarê li ber avahiyê, du zavayan, şoforê taksiyekê tundkarî li jinan kiriye. Mêrên tundkarî li 23 jinan kiriye, di çapemeniyê de bi gotinên “mêrên nenas” an jî “mêrek” hatiye nivîsandin.
Sê jin bi sedema hesûdiyê rastî tundkariyê hatine. Mêran ji ber pere nedane wan tundkarî li du jinan kiriye. Mêrekî ji ber ku yara wî aciz kirine tundkarî li du jinan kiriye. Mêran ji ber ku xwestiye veqete/cida bibe, ji ber ku xwestiye keça wê veqete/cida bibe, ji ber ku xwestiye xwişka wê veqete/cida bike, ji ber ku kêm pere daye ajokarê taksiyê, bi sedema ku bi mêran re digere, bi sedema ku karê seksa bi pere dike tundkarî li jinan kirine.
Dizekî tundkarî li jinekê kiriye ku bi armanca diziyê ketiye mala wê. Sedema tundkariya 65 bûyeran di nûçeyan de nehatiye nivîsandin.
Digel biryara parastina du jinan, rastî tunkdariya mêran hatine. Ti karekî yasayî/hiqûqî ji bo mêrê tundkarî kiriye nehatiye kirin.
Mêran derb li herî kêm 45 jinan daye û tundkarî li wan kiriye. 10 jin bi çekan, çar jin bi kêran, du jin bi gotinên nefretkirinê tundkarî li wan kiriye. Du jin dîl girtine, jinek revandine, bi wesayitê li bin guhê jinekê xistine, jinek ji wesayitê avêtine û tundkarî li wan kirine. Rêbazên birîndarkirin/tundkariyê ya herî kêm 62 bûyeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
12 jin li malan, 15 jin li cihên weke peravê behrê, kargeh, park û kolanan ango li qadên civakî rastî tundkariya mêran hatine. Cihên ku mêran tundkarî li 45 jinan kiriye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
28 jin li malan, 15 jin li cihên weke kolan, tax, li ber malê, hotelê ango li qadên civakî rastî tundkariya mêran hatine. Cihên ku mêran tundkarî li 31 jinan kiriye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Bajarên ku tundkariya mêran lê rûdaye ev in:
Adana (3), Adıyaman (1), Afyon (1), Aksaray (2), Ankara (3), Antalya (1), Antep (1), Aydın (2), Batman (3), Diyarbakır (5), Edirne (23), Elazığ (1), İstanbul (12), İzmir (2), Kayseri (1), Manisa (1), Maraş (2), Mardin (1), Rize (1), Samsun (4), Şırnak (2), Tekirdağ (1), Urfa (1), Van (4), Zonguldak (4).
Pêvajoya hiqûqî
Ji 69 mêrên ku tundkarî li jinan kiriye, tenê 8 jê hatine girtin. (Yek ji wan ji ber sûcekî din hatiye girtin).
Jinan giliyê 23 mêran kiriye, lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin.
Çar hatine desteserkirin, sê ji wan piştî îfadedayînê serbest bûne. Ji bo çar mêran biryara dûrxistinê hatiye dayîn.
Heşt mêr şandine edliyeyê.
Di nûçeyan de ji bo çar mêran hatiye gotin ku “reviyan e”.
Ji bo çar mêran ti karekî yasayî/hiqûqî nehatiye kirin. Du mêran xwe kuştiye. Rewşa heft mêran di nûçeyan de nehatiye nivîsandin.
Bûyerên ku berê bûne
Li Edeneyê C. K. 17 salan bi rêk û pêkî tundkarî li hevjîna xwe M. K. kiriye, gef lê xwariye. Hevjîna wî ji sala 2012ê û vir ve her doza veqetandinê vekiriye lê ev doz nehatine qebûlkirin. Piştî ku jinê li ber edliyeyê çalakî kiriye, rewşa wê bûye nûçe.
Li Amedê A. H û A. H., Y. A kuştiye. Bûyer di 31ê Tîrmeha 2015ê de qewimî ye. Piştî ku mêr hatine girtin bûyer bûye mijara nûçeyê.
Li Stenbolê mêrekî bi rêk û pêkî tundkarî li hevjîna xwe S. E. T. kiriye ku 13 sal in bi hev re zewicî ne. Derb li keça xwe daye. Di sala 2017ê de ji hev veqetiyane. Lê tundkariya psîkolojîk berdewam kiriye. Piştî ku jina navborî di kanaleke televizyonê de behsa bûyerê kiriye, bûyer bûye nûçe.
Li Hatayê mêrekî, bi rêk û pêkî tundkarî li hevjîna xwe S. S. kiriye ku li ber ji hev veqetandinê bûne. Gefa mirinê lê xwariye. Di 14ê Tîrmehê de derb li birayê S. S. xistiye. Jina navborî ji rojnameyekê re axivî ye. Mêrê navborî ji bo îfadeyê birine midûriyeta emniyetê lê serbest bûye. (EMK/FD)