Liverpool piştî 30an li Premier Ligê bûye şampiyon
Li Premîer Liga Ingilîstanê beriya ku demsal bidawî bibe bi 7 hefteyan, şampiyontiya tîma Liverpoolê diyar bûye.

Fotograf: AA
Li Premier Liga Ingilîstanê beriya ku demsala bidawî bibe bi 7 hefteyan şampiyontiya tîma Liverpoolê diyar bûye.
Tîma Manchester City ya di lîgê de li dû Liverpoolê tê, li hemberî Chelseayê bibin ketiye û Liverpool 23 puan li pêşiya Manchester City-ê ketiye. Li gorî vê encamê Liverpool bûye şampiyonê demsala 2019-2020an.
Liverpool herî dawî di sala 1990î da bûbû şampiyon û piştî bi 30 salan careke din bi ser ketiye. Liverpool hejmara serkeftinên ya di Priemer Ligê de xwe derxistiye 19an. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.