Li Wanê ji ber berfê rêya 255 gundan hat girtin
Li navçe û navenda Wanê ji ber barîna berfê rêya 255 gundan hat girtin.

Li Wanê ji ber barîna berfê rêya 255 gundiyan ji çûnûhatinê re hat girtin. Ekîbên şaredariyê xebatên xwêkirin û paqijkirina kolanan didomînin.
Ji ber barîna berfê li navçeya Miksê 71 gund, li navçeya Şax (Çatak) 31 gund, li navçeya Artemêtê 4 gund, li Westanê 13 gnud, li navçeya Payîzava 84 gund, li Rêya Armûşe 9 gund, li navçeya Bêgirî 17 gund, li navçeya Qelgelî jî rêyên 26 gund û gundikan ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.