Hamdî Bayhan, Endamê MYKa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) diyar kiriye ku li Wanê di 3 salên dawî de 160 penaber di rêya penaberiyê de mirine.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhatê derbarê mirinên penaberan li ser sînorê Wan û Îranê de dxuyanî dane.
Di daxuyaniya hevpar ku li Şaxa ÎHDê hatiye dayîn de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê ÎHDê Hamdî Bayhan, daye zanîn ku astengkirina mirinên penaberan a li ser sînoran berpirsyartiya hemû dewletan e û bi lêv kiriye ku ji ber şerên ku li Rojhilata Navîn xelas nabin bi milyonan mirov neçar dimînin ku warên xwe bicih bihêlin.
Bayhanî destnîşan kiriye ku rêya koçber û penaberan vegeriye rêya mirinê û her mirina çêdibe êşan jî mezin dike.
Bayhanî diyar kiriye ku li gorî rapora xebatên qadê ya komeleya wan 49 kes bi qerisînê, 68 kes di encama fetisînê ya di Gola Wanê de, 42 kes bi qezayên trafîkê, kesek jî di encama êrişa çekdarî bi giştî 160 penaber mirine. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê