Li Tirkiyeyê di rojekê de 987 kes bi Covîd-19ê ketine û 18 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 987 kes bi Covîd-19ê ketine û 18 kes jî pê mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 978 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 728an. Her weha 978 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 40 hezar û 247 kesan hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha test ji bo 4 milyon û 885 hezar û 916 kesan çêkirine. 232 hezar û 856 kes nexweş ketine. 5 hezar û 728 kes bi Covîd-19ê mirine. (HA/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.