Li Stenbolê di fabrîkayekê de teqînek pêk hatiye: 3 karker mirine

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tûzlayê, navçeya Stenbolê di fabrîkayekê de teqînek pêk hatiye. Di fabrîkayê de boyax û vernîk tê çêkirin û fabrîka ji sê avahiyan pêk tê. Piştî teqînê agir bi avahiyê ketiye. Ziyan gihîştiye avahî û wesayitên li der û dora fabrîkayê. Dengê teqînê û dixana agirê derketiye li taxên der û dorê jî hatiye bihîstin û dîtin. Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku 3 karker mirine û 9 kes jî birîndar bûne. Serdozgeriya Komarî ya Anadolûyê lêpirsîn derbarê bûyerê de daye destpêkirin.
Li fabrîkayê piştî teqîna pêşiyê hin teqînên din jî bûne û tîmên agirkujiyê midaxele li agirî kirine.
Li gorî nûçeya NTVyê, parçeyên di dema teqînê de li der û dorê belav bûne, agir bi daristanekê xistine ku 300 metre nêzîkî fabrîkayê ye. (EMK/FD)