Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeva dî ji-nû-ve jimartina dengên hilbijêrên Stenbolê temam bû. Partiya Komarê ya Gelî(CHP) diyar kir ku berbijarê CHPyê, Ekrem Imamoglu bi ser ketiye.
Li gor daxuyaniya partiyê, Imamogluyî 13 hezar û 781 deng zêde standine.
31ê Adarê ji bo birêvebiriyên herêmî hilbijartinek hatibû kirin. Piştî îtirazên AKP(Partiya Edalet û Pêşketinê) dîsa deng dihatin jimartin. Navçeya jimartina dengan herî dawiyê temam bûyî Maltepe bûye. Piştî şeva dî dengên Maltepeyîyan temam bû, encama nû ya hilbijartinê diyar bû.
Parlamenterê CHPyî, Bariş Yarkadaşî diyar kiriye:
“Piştî ku li Maltepeyê dengên di 1089 sindogan de hatin jimartin, Ekrem Imamoglu bû Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Wî 13 hezar û 781 deng ji hevrikên xwe zêdetir standiye.”
AKPyê tejî sê çenteyan belge kirine û bi wan belgeyan ji encama nû re îtiraz kiriye.
(AS/MB)