Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Kolana Uçevler ya Esenyûrta Stenbolê agir bi xaniyekî ketiye û di encamê de 4 zarok mirin e. Xaniyê ku agir pê ketiye di jêrzemîna avahiya 3 qatî de bûye.
Zarokek û dayika xwe ji agir hatiye rizgarkirin û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Agir di saet 02.00ê şevê de bi bi xanî ketiye û kesên ku agir dîtinê tîmên agirkujiyê agahdar kirine.
Wezîfedarên agirkujiyê hatine cihê bûyerê, agir vemirandiye û di xanî de rastî termê 4 zarokan hatine ku mirine.
Ji ber sobeya ceyranê agir derketiye
Li gorî nûçeya NTVyê Fatma Hammûda Sûriyeyî ku ji xaniyê agir pê ketibû hatiye rizgarkirin, dayîka çar zarokên ku di xanî de miribûn yên ku temenê wan 1, 3, 7 û 9 bûye ye. Di nûçeyê de hatiye gotin ku bavê zaroka di girtîgehê de ye.
Li gorî nûçeyê agir ji ber sobeya ceyranê derketiye û ji ber ku malbatê nekariye pereyê fatureya gaza xwezayî bide, bi sobeya ceyranê xwe germ dikirin.
“Yê herî mezin 10 salî bûye”
Li gorî nûçeya T24ê lêpirsîna ku derbarê şewata xanî de hatiye destpêkirin, didome. Zarokek û dayika xwe ku ji agir bi birîndarî hatibû rizgarkirin ji bo derman kirine birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sûltan Suleymana Kuçukçekmeceyê.
Di nûçeyê de cih dane axavtina Mûstafa Demîrî ku cîranê kêsên ku agir bi xaniyê wan ketine ye. Demîrî weha gotiye, “Dûkel gelek zêde bû, me xwe bi zorî avêtin der. Ji ber dûkelê me nekarîbû midaxele bikira. Li malê dayikek û 5 zarokên xwe dijiya. Zarokê herî mezin 5 salî bû.”(TP/AY)