Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, li hin herêmên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.
Her weha walîtiyê ew herêmana weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihandiye û ketin û derketina wan herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Qedexeya wan herêman ji 29ê Çiriya Pêşîyê heta 12yê Çiriya Paşîyê dê bidome.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Herêmên qedexekirî ev in:
Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.