Fotograf: AA - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sergey Lavrov, Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê derbarê axavtina Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî ya bi rêya telefonê de daxuyaniyek daye.
Lavrovî diyar kiriye ku axavtin “li ser daxwaza Enqereyê” pêk hatiye û pêvajoya pêkanîna rêkeftinên Idlibê bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin.
Bixwîne - Waliyê Hatayê: Li İdlibê 33 leşker mirine
Sergey Lavrovî her weha ew zanyarî daye ku nûnerên Rûsya û Tirkiyeyê ji bo rewşa Idlibê wê îro li Enqereyê hevdîtinên xwe berdewam bikin û şensê diyaloga derbarê Idlibê de berdewam dike.
Bixwîne - Rûsya: Êw ên ku êrîş kirine ne hêzên me yên esmanî ne
“Em pabendê rêkeftinê ne”
Lavrovî gotiye, ji bo rageşiya li Sûriyeyê zêdetir nebe girîng e hemû hewldan bibin yek û ew pabendê rêkeftinên derbarê Idlibê de ne ku bi Tirkiyeyê re hatine giredan.
“Divê Tirkiye terorîstan û mixalifan ji hev cida bike”
Lavrovî diyar kiriye ku “Divê Tirkiye mixalif û terorîstên li herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê ji hev cida bike.”
“Heke ku rêkeftinên di navbera Moskow û Enqereyê de bi temamî bihata pêkanîn dibe ku trajediyên weke kuştina leşkerên tirkan pêk nehata.” (PT/FD)