Li Mêrdînê dema ku roj diçe ava mij û moranê bi ser bajêr de girtiye. Mij û morana ku berrî weke xalîçeyekê nixumandiye, li Mêrdîna kevn avahiyên dîrokî peça ye.
Mizgeft, medrese, dêr, manastir û xaniyên dîrokî yên li Mêrdîna Kevn a wekî qada parastî hatiye ragihandin, dema roj çûye ava di nava mijê de mane. Bi vê re dîmenên balkêş derketine holê û wênekêşan wêneyên vî dimenî kişandine.
Wênekêş Amr Kiliçî diyar kiriye ku avahiyên dîrokî her demsalê dîmenên xweşik derdixin holê û ew dema wêneyên bajêr dikişîne kêfxweş dibe.
Kiliç wiha axiviye: "Li Mêrdînê di nav rojê da atmosfereke cuda heye. Ewr, mij, qulipîna tavê, li Mêrdînê kişandina wêneyan zehf xweş e."
Wênekêş Cebraîl Ozmenî jî gotiye di vê demê de xweşikahiyên demsalê yên bajêr derdikevin holê. (FD)
Fotograf: Halil İbrahim Sincar / AA