Li Konyayê 55 girtî bi Covid-19ê ketine
Di Girtîgeha Cureya Eyê ya Konyayê de 55 girtî bi vîrusa Covîd-19ê ketine û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Cureya Eyê ya Konyayê encama testa 55 girtiyan ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye û ew ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Ramazan Solmaz, Serdozgerê Komarî yê Konyayê daxuyanî daye û gotiye, me li dijî şewba Covîd-19ê tedbîrên xwe stendiye. Em wan tedbîran li gor daxwazên Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristîyê û Lijneya Zanistê pêktînin.
Solmazî weha nivîsandiye: “Li qewişan de testa 55 girtiyan ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye. Ew 55 girtî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û rewşa wan baş e."
Wezîr Gulî gotibû 120 girtî di nexweşxaneyê de ne
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotibû: “Li 4 girtîgehan nexweşiya Covid-19ê li 120 girtiyan peyda bûye. Hemû jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û ew baş in.” (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.