Duh bi şev hêzên rejîma Îranê, kolberê bi navê Aram Xelîl ê 26 salî ku xelkê Sergetî Hewremanê ye li ser sînorê başûr û rojhilatê, qetil kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Kolberê şahidê bûyerê derbarê mijarê de ev agahî dane:
“Navê kolberê hatîye qetilkirin Aram Xelîl e û xelkê Sergetî Hewraman ye. Aram Xelîl ji bo debara jîyana xwe bike kolberîyê dikir. Di danê êvarê de hêzên sînor ên Îranê rasterast gule barandin. Aram destpêkê ji singê xwe birîndar bû, lê piştî gihandina nexweşxanyê, jîyana xwe ji dest da.”
Li gorî Navenda Îstatîstîkan a Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê di navbera salên 2012-2022an de wate di 11 salan de 1849 kober mirin e ango birîndar bûne.