Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Fransayê sendîkayên perwerdehîyê ji ber nexweşîya Covid-19ê bangewazîya tevlîbûna grevê li hemû dersdaran kirine.
Tê texmîn kirin ku wê li tevahîya welêt herî kêm 5 sendîkayên perwerdehîyê û ji sedî 30ê dersdaran tevlî vê grevê bibin. Wezareta Perwerdehîyê ji bilî dezenfektan û bikaranînan maskeyan ti tedbîrên din li dibistanan nastîne. Daxwaza sendîkayan ew e ku hejmara xwendekaran li polan bê daxistin, perwerdeya rûbirû û perwerdeya ji dûr ve bidorê bên kirin.
Serokwezîr Emmanuel Macronî, di pêla herî bilind a duyem de heta 1ê Kanûna Pêşiyê dîsa biryara karantînayê dabû lê ji bo vê carê hêza krîza aborî kêmtir bike dibistan vekirî hiştibûn.
Ev yek bû sedem ku gelek xwendekar û dersdarên li dibistanên qerebalix dersan didin û distînin bertekê bidin lewra dibên ev yek tenduristîya me dixe bin xeterê.
Roja duşemê, li dibistaneka li Compiégneyê ku li bakurê Fransayê ye piştî hin xwendekarên liseyê daxwazên xwe yên ji bo tedbîrên li hemberî Covid-19ê anîbûn ziman di navbera wan û polîsan de pevçûn derketibû.
Departmana polîsan a lokal di hesabê xwe yî Twîtterê de ragihandibû ku çar kes hatine desteserkirin, agirkujek birîndar bûye û di dema pevçûnê de jî hin ziyan li derdorê bûye.
Wezareta Perwerdehîyê li dibistanên navîn bi şertê ku herî kêm %50ê dersan li dibistanan bê dayîn destûr daye perwerdeya ji dûr ve. Bi vê yekê hêvî ew e ku endîşeyên wan kêmtir bikin.
Lê sendîka dibêjin, divê hikumet bi lezgînî zehftir personalan bike kar da ku barê mamosteyan siviktir bibe û bikaribin hejmara polên hejmara wan ji 30î zehftir e kêmtir bikin û dûrbûna civakî ya di polan de pêkan bikin. (AO/VU/FD)
*Çavkanî: AA, France 24